Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin 2023-07-18 15:43:39 RIHA - Endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Rihayê serdana Şadiyê Manap ku piştî 30 salan ji girtîgehê derketibû, kirin.    Endam û rêveberên KAT-DER, Dayikên Aştiyê yên Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, Partiya Çepên Kesk a Rihayê û Komeleya 78'an a Rihayê serdana Şadiye Manap ku piştî 30 salan di 21'ê haziranê de ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1'ê hatibû berdan kirin.    Girse li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Curnerêş hatin cem hev û çûn gundê Xuşxuşika Jor ê bi ser nvçeya Curnerêş ve ku gundê Manap e. Girse li gund ji aliyê Manap û malbata wê ve hatin pêşwazîkirin.