Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin 2023-07-18 19:15:35     KONYA - Gulşen Kandemîr ku wişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan, hat binçavkirin.    Li navçeya Ereglî ya Konyayê bi ser mala Gulşen Kandemîrê de, xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan, hat girtin. Kandemîr hat binçavkirin.    Hat zanîn ku Kandemîr di encama raporên Desteya Lêkolîna Sûcên Darayî de ku di nav dosyeya Hayatî Kaytan de ne, bi hinceta "alîkariya bi rêxistinê re kiriye" hatiye binçavkirin. Kandemîr ku li Midûriyeta Polîsan a Konyayê tê ragirtin, tê payin ku dê roja înê sewqî dozgeriyê bê kirin.