'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn' 2023-07-19 09:00:29   RIHA - Endamê Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Parêzer Serdîl Îzol diyar kir ku di doza Komakujiya Pirsûsê de kiryarên rasteqîn nehatine darizandin û got ku ew ê bîranîna rêwiyên xeyalan bi pêkanîna edaletê bidin jiyîn.    Di ser Komkujiya Pirsûsê re ku di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê li hemberî kesên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li hev kombûbûn pêk hatibû, 8 sal derbas bûn. Di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn. Piştî komkujiyê bi du rojan, ji bo dîmenan qedexe hatibû danîn. Û sê roj bi şûn de jî ji bo dosyeya komkujiyê biryara veşarî hatibû dayîn.    Ji bo jinûveavakirina Kobanê, di çaçroveya kampanyaya bi pêşengiya SGDF'ê de ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 300 ciwan ji bo biçin Kobanê li Pirsûsa Rihayê li hev kom bûn. Ciwanên ku li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûn, piştî taştê dê li vir daxuyaniyek bidana çapemeniyê û dê ber bi Kobanê ve bi rê biketenaa. Lê belê gava ciwan li pişt pankarta "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" ji bo daxuyaniyê amade bûn, bombe teqiyabû. Polîsên ku beriya komkujiyê ne liq adê bûn, piştî êrişê demildest li ber Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn û bi bombeyên gazê êrişî girseya li wir kiribûn.    Piştî komkujiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes daketibûn qadê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Kurdistanê rojekê şîna neteweyî ragihandibû. Paşê rêveberên HDP, DBP, SGDF û ESP'ê xeyala 33 rêwiyên xeyalê ku xwestibûn daristanekê ava bikin, li sînorê Kobanê "Daristan Şehîdên Kobanê" ava kiribûn.    Îdianameya der barê komkujiyê de jî piştî 18 mehan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû amadekirin. Di îdianameyê de hatibû xwetsin ku 104 caran cezayê muebeda giran li bersûc Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî bê birîn. Lê di danişîna 21'emîn a dozê de ku di 22'yê Cotmeha 2021'ê de hatibû lidarxistin, heyeta dadgehê li Yakûp Şahîn ê ku tu carî ew neanîbûn hêwana dadgehê, 34 caran cezayê muebeda girnakirî birî. Darizandin ji bo bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome.    Endamê Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Parêzer Serdîl Îzol, darizandina hatiye kirin û ya heyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   Îzol anî ziman ku ew bi dirûşmeya "dê tu xeyal nîvco nemînin" tevgeriyane û ji bo bîranîna 33 xeyalan û dîtina kiryarên rasteqîn 8 sal in tevî malbatan ji bo edaletê têdikoşin û got: "Lê ne pêkan e ku mirov ji bo darizandinê bibêje, darizandineke adil e. Gelek heyetên dadgehê û dozgerên dosyeyê guherîn. Lê 8 sal in daxwazên me yên ji bo ronîkirina dosyeyê esas nehatine girtin. Komkujiya ku ji aliyê rêxistineke terorî ya wekî DAIŞ'ê hatiye kirin, darbeyeke li biratiya gelan. Lekeyek e. Divê hemû kesên ku ji bo komkujiyê xwe li nedîtinê danîne bên darizandin. Di dosyeyêd e tenê Yakûp Şahîn girtî bû û tu carî wî neanîn hêwana dadgehê. Kursiyên bersûcan tim vala man. Kesên ku diviyabû wekî ebrsûc bihata darizandin wekî şahid hatin guhdarkirin."    ‘KIRYARÊN RASTEQÎN NEHATIN DARIZANDIN'   Îzol destnîşan kir ku bersûcên firar ên dosyeyê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî wekî berprisên gelek komkujiyên li Tirkiyeyê tên zanîn û got: "Lê belê gava bi bultena sor li Balî dihat gerîn, em bi eraqeke ku daxilî nava dosyeyê hat kirin pê hesiyan ku Balî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê li nexweşxaneyeke dewletê hatiye dermankirin. Her wiha em ji ewraqeke daxilî nava dosyeyê hat kirin pê hesiyan ku midûriyeta polîsan beriya komkujiyê bi du saetan nasnameya Şeyh Abdûrrahman Alagoz ê komkujî pêk anî, daye ber lêpirsînê. Ev yek jî nîşan dide ku midûriyeta polîsan a Pirsûsê haya wê ji komkujiyê hebûye. Ger nasnameya kujerê Pirsûsê ketibe ber lêpirsînê, nexwe ew beriya komkujiyê li noqteyên GBT'ê hatiye kontrolkirin. Beêr jî wekî xwekuj li vî kesî hatiye gerîn. Axirê di 8 salên adrizandinê de kiryarên rasteqîn nehatine darizandin."    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'   Îzol destnîşan kir ku ger bi awayekî rasteqîn Komkujiya Pirsûsê bihata lêkolînkirin dê Komkujiya Gara Enqereyê û komkujiyên din jî pêk nehatan û got ku ya hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye.    'NE KIRYAR MALBAT HATIN DARIZANDIN'   Îzol bilêv kir ku di 8 salên borî de ne kiryar, malbat û parêzerên ku doza edaletê dikin hatine darizandin û got: "Em serî li hemû rêyên hiqûqî didin. Di vê pêvajoyê de hem malbat hem jî parêzer bi gelek zor û zehmetiyan re man. Mînaka vê ya dawî jî, girtina parêzer Gulhan Kayayê ye. Berê jî gelek eks hatin girtin. Ji ber ku malbat li hêwanên dadgehê xwestin her kes bê darizandin, der barê wan de bi hinceta 'heqaret li dadgehê kirine' doz hat vekirin."    ‘DIVÊ DAVÛTOGLÛ BÊ DARIZANDIN'   Îzol ku got "ev dosye xulaseya hiqûqa Tirkiyeyê ye" û bal kişand ser gotinên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku gotibû "ger ez tiştên pê dizanim bibêjim dê karesat çêbibe." Îzol wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesekî wê demê xwedî karbidestiyeke mezin dibêje haya wî jê hebûye. Bi rastî jî ger dilê wan û dîtina kiryarên dosyeyê hebe, divê Davûtoglû bê guhdarkirin. Tew ger tiliya wî tê de hebe divê bê darizandin jî. Daxwazên me yên di vî warî de di hemû danişînan de hatin redkirin. Ger darizandineke rasteqîn hebûna niha dê gelek eks gritî bûna. Di dosyeyên dozê de ne pêkan e mirov behsa hiqûqê bike. Di 8 salên borî de gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk piştgiriya malbatan kirin. Di salvegerên komkujiyê de li gelek deveran bernameymn bîranînê tên lidarxistin. Di dema van bîranînan de malbatên bi awayekî bêhiqûqî tên binçavkirin. Lê tevî hemû astengiyan jî lêgerîna ji bo edaletê ya malbatan didome. Em ê bîranîna 33 rêwiyên xeyalan ku gotin dê tu xeyal nîvco nemînin bi rê ketin, bi pêkanîna edaletê bi bidin jiyîn."    MA / Emrûllah Acar