Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne 2023-07-19 09:17:57   BEDLÎS - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp ragihand ku gundên Xîzanê bi awayekî ketûber tên bombekirin û got ku armanc ew e herêm ji mirovan bê xalîkirin.    Li gundên Xûlepûr û Kekulan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 2'yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û piştî qedexeyê dest bi êrişan hatibû kirin.    Qedexeya ku di 15'ê tîrmehê de li herêmê hatibû dubarekirin û hê jî didome. Piştî qedexeyê herêm bi rojan re tê bombekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp û Huseyîn Olan jî di nav de şandeyek çû gundên bi rojan e di bin êrişê de ne û der barê qedexeyê û êrişan de agahî ji welatiyan girtin.    DAR HATIN BIRÎN, ERAZÎ HATIN TALANKIRIN   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, ragihand ku qedexeya derketina 10 gundan dihewîne, lê belê liv û tevgera leşkerî herî zêde li gundê Xûlepûrê heye. Gokalp diyar kir ku ketina wan a gund bi hinceta "operasyona leşkerî" hatiye astengkirin û got ku piştî vê demildest "herêma ewlehiyê ya taybet" hatiye ragihandin. Gokalp diyar kir ku di 16'ê tîrmehê de li gundan hin lêkolîn kirine û hevdîtin bi gel re kirine û got ku di dema qedexeya derketian derve de zeviyên gundiyan zirareke mezin dîtiye. Gokalp da zanîn ku di dema qedexeyan de leşker bi wesyaîtê zirxî di nava zeviyên welatiyan re derbas bûne û got: "Hema darên wan hatine birîn hem jî zeviyên wan hatine talankirin."    AMADEKARIYÊN AVAKIRINA BINKEYA LEŞKERÎ   Gokalp diyar kir ku li herêmê amadekariyên avakirina binkeya leşkerî tê kirin û got: "Dixwazin herêmê veguherînin binkeyeke leşkerî. Ji bo binkeyên ku berê li wir hatine çêkirin herêmê baş bibînin darên li geliyê bi temamî hatine birîn. Herêm di bin navê operasyonê de hatiye talankirinç Me dît ku bi vî awayî qadên jiyanê yên welatiyan tên tengkirin. Ji lew re fotokapan li herêmê hatine bicihkirin. Mirov ji ber gefxwarina ewlehiyê de nikarin herekt bikin."   HERÊM TÊ BOMBEBARANKIRIN   Gokalp ragihand ku herêm dem bi dem tê bombebarankirin û got: "Welatiyan got ku ji ber bombeyan hindik maye camên xaniyên wan bişikên û bi şev nikarin rakevin. Welatiyên li herêê pir bifikar in. Gava hûn bi mirovan re biaxivin hûn ê wê fikar û qilqiliyê bibînin. Herêm bi ketûber tê bombekirin. Ji hin bombeyên hatine avêtin çend jê neteqiyane. Ew bombe li qadê ne û cihê talûkeyeke mezin in."    HEWLDANÊN JI BO KOÇBERIYÊ   Gokalp bilêv kir ku zextên li Xîzanê tiştên di salên 90'î de bibîr dixin û got: "Piraniya gundiyên Xîzanê piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Ji taybetmendiyeke sereke ya vê polîtîkaya şer jî xalîkirina herêmê ye. Wextekê çawa mirov ji gundan ber bi bajaran ve dihatin koçkirin biha jî heman tişt tê kirin. Em dibînin ku li gundên nêzî desthilatê ne tiştekî wiha tune ye. Mudaxileyên bi vî rengî li gundên ku helwesta wan a polîtîk zelal e tên kirin."    Gokalp bilêv kir ku ev yek di heman demê de parçeyeke polîtîkaya asîmlasyonê ye jî û got: "Ev mudaxile kirine ku êdî mirov nikaribin li warê xwe bijîn. Gundên niha bi piranî di salên 90'î d ehatine şewitandin û valakirin. Mirov paşê car din vegeriyane û ew ava kirine. Bi vê yekê dixwazin mirovan ji gundan derxin û berê wan bidin bajaran û bikin ku ji nirxên xwe dûr bikevin."    MA / Omer Akin