Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin 2023-07-19 11:53:27   WAN - 54 parêzerên ku li Îranê piştgirî dan malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin.    Jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê di encama îşkenceya “Polîsên exlaqê” de hatibû qetilkirin. 54 parêzeran jî par bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînî re ragihandibûn. Derbarê 54 parêzeran de lêpirsîn hate destpêkirin. Parêzerên ku îfadeyên wan hatin wergirtin diyar kirin ku li pişt daxuyaniya xwe ne. Tê payîn ku parêzer hefteya pêşiya me derkevin pêşberî dadgehê.