Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin 2023-07-19 14:29:42   AMED - Li Amedê 5 mamosteyên Egîtîm Senî yên ku êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn û ji wezîfeyê hatibûn girtin, li wezîfeya xwe vegeriyan.    Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê di 28’ê mijdara 2022’yan de êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû û 50 kesan kiribûn binçavan. Piştî 4 rojan hatin berdan. Hevseroka ESendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Amedê ya Jimara 1’an Emîne Şahin, Hevserokê Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 2’yan Hasan Çitrak û mamosteyên endamên Egîtîm Senê H.S.K., V.K. û O.K., ji aliyê Walîtiya Amedê ve bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û kombûna meşan” ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.    Der barê lêpirsînê de biryara “neşopandinê” hat dayîn û li ser vê biryarê her 5 mamoste jî li karên xwe vegeriyan.