13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin 2023-07-19 14:46:38   NAVENDA NÛÇEYAN - 13 partiyên Kurdistanî ji bo hilbijartina xwecihî ên li herêmên bi nakok, hevpeymaniyek ragihandin ku ji bilî PDK û Yekgirtûya Îslamî, partiyên sereke jî di nav de cih digirin.   Li Kerkûkê 13 partiyên siyasî yên Kurdistanî, ji bo beşdarbûna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ên li herêmên bi nakok (herêmên dikevin madeya 140), hevpeymaniyek berfireh ragihandin û daxwaz ji partiyên din jî kirin ku beşdarî hevpeymaniyê bibin da ku piraniya dengan ji bo kurdan bidestbixin.   Bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku her 13 aliyên siyasî li baregeha Hizba Komînîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek li dar xistin e.   Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de hemû partiyan biryar da ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên bi nakok pêkbînin û bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin.   Heman demê de beşdarvanên hevpeymanê bang li partiyên din ên Kurdistanî kirin ku di zûtirîn dem de lîsteyek Kurdistanî pêk bînin û beşdarî wan bibin da ku bikarin di hilbijartinên xwecihî yên Iraqê de piraniya dengan bidestbixin û mafê kurdan biparêzin.   Di nava hevpeymanê de ji aliyên sereke Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cih digire. Lê PDK û Yekgirtûya Îslamî di hevpeymanê de cih nagire.   Partiyên ku beşdarî hevpeymanê bûne ev in:    Tevgera Goran, Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, Partiya Gelê Turkmen, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê / Rêveberiya Demkî, Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê