‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’ 2023-07-19 16:34:14 WAN - Di panela têkildarî salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Wanê hate lidarxistin de hate diyarkirin ku şoreş ji bo hemû gelên li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyeke girîng e.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li avahiya xwe panelek li dar xist. Endam û rêveberên KCD, DBP, Partiya Çepên Kesk, TUHAY-DER’a Wanê, Şaxa MEBYA-DER a Wanê, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn.    ‘LI HER QADÊ ŞOREŞ DIDOME’    Beriya panelê li baxçeyî pankarta “Bijî salvegera şoreşa Rojava” hate daliqandin û ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Nivîskar Heval Dilbahar ê di panelê de axivî, anî ziman ku Rojava ji aliyê dîroka kurdan ve nîşaneya berxwedaneke girîng e û wiha got: “Bi şoreşa Rojava bi her awayî têkoşîna kurdan didome. Tevî her zext û mudaxileyan jî kurd di pêşengtiya jinan de li dijî modernîteya kapîtalîst li ber xwe didin. Li dijî ferasetên zextker û mêtînger me tu caran serî netewand.”   ‘ŞOREŞA ROJAVA DESTKEFTIYA GELÊ KURD E’   Dilbahar, ê qala Peymana Lozanê kir wiha got: “Piştî çend rojên din sedsala Peymana Lozanê ye. Lozan weke xencera reş di dilên gelan de maye. Bi peymana Qesr-i Şirîn Kurdistan kirin du parçe bi peymana Lozanê kirin çar parçe. Kurdistan ji aliyê feraseta metînger ve bûye çar parçe. Şoreş ne tiştekî hêsan e. Birêz Ocalan beriya 50 salan bingeha Şoreşa Rojava avêt û pevajoya pêkhatina şoreşê ya îro bi lez kir. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelên Rojava ji hemû gelên li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyeke girîng e.”   ‘ŞOREŞA ROJAVA BI AVAKIRINA JINAN PÊK HAT’    Hevseroka Partiya Çepên Kesk Gonul Ûzûnay jî diyar kir ku di dîrokê de gelek şoreş pêk hatine û wiha got: “Asta herî girîng a Şoreşa Rojava ew e ku li aliyekî şer diqewimî li aliyê din jiyan dihate hûnandin. Rojava şoreşeke ku hemû çand ziman bi hev re û bi nasnameya azad a jinê hatiye avakirine. Jinên kurd bi nasnameya xwe ya jinê li ber xwe dan. Bi paradîgmaya ekolojîk, azadîxwaziya jinê jiyaneke nû hate avakirin. Şoreşa Rojava ne şoreşeke ku di nava du sê salan de pêk hat bû, bi dehan salan bingeha vê şoreşê hate avakirin.”   Di panelê de piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, panel bi guhdarkirina muzîkê û bi birîna pasteyê bi dawî bû.