Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn 2023-07-19 16:54:22 XARPÊT - Cebraîl Gunebakan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bibîranîn.    Yek ji 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ya Rihayê ku di sala 2015’an de pêk hat endamê Federasyona Komeleyên Ciwanen Sosyalîst (SGDF) Cebraîl Gunebakan li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn li ser gora Gunebakan a li gundê Kolikan a bi ser navçeya Depê ya Xarpêtê ve hat lidarxistin. Gelek kes û rêveberên partiyên siyasî tev li bîranînê bûn.    Beriya bîranînê leşkeran gund dorpêç kir û nasnameya hemû kesên tev li bîranînê bûne kontrol kirn. Her wiha leşkeran bi hinceta sîgortayê ceza li wesayîtan birî. Tevî hemû astengiyan jî girse derbasî ser gorê bû û Gunebakan bi bîr anî. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiya û demokrasiyê deqîqeyek rêz hat girtin.    Hevşaredarê Bajarokê Sarûcana Depê Bekîr Polat ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin axivî û got: “Em bi hevrêtiya qurbaniyên xwe serbilind in. Ji bo xeyalên Mîkail û hevrêyên wî pêk bên, çi ji destên me bê em ê bikin û têbikoşin. Heta ku azadî, edalet û aştî li vî welatî bê serwerkirin em ê têbikoşin.”