Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê 2023-07-19 21:41:46   WAN - Cenazeyê Sîbel Çelîk a YJA-Starî ku li herêma Besta a Şirnexê di 21’ê Çileyê 2023’yan de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, birin Xarpêtê.   Cenazeyê Sîbel Çelîk (Tavîn Tekoşîn) a YJA-Starî ku li herêma Besta a Şirnexê di 21’ê Çileyê 2023’yan de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hatibû definkirin.    Malbata wê ku ji Almanyayê hat, ji bo cenaze serî li dozgeriyê da. Piştî testên DNA'yê li hev derketin, malbatê cenaze ji Wanê wergirt û bir Xarpêtê.