Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin 2023-07-19 22:23:25 RIHA - Welatiyên ku di civîna gel de axivîn, diyar kirin ku divê li tax û gundan komîsyon bên avakirin û gotin: "Divê em siyaseta Rêya Sêyem rast bimeşînin."    Civînên gel ên piştî hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li Rihayê didomin. Li navçeya navendî Karakopru û gundê Komandê yê navçeya navendî Halîliyeyê civînên gel hatin lidarxistin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û endamê Lijneya Rêveber a NAvendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Farûk Tatli, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk ên navçeyan û bajêr û welatî tevşî civîna li gundê Komandê bûn.    Ewilî Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî. Gunayê got: "Me piştî hilbijartinê bi raya giştî re parve kir ku me pêvajoya rexnekirin û xwerexnekirinê daye destpêkirin. Pêşî me di nava xwe de civînên xwe çêkirin. Di axaftina beriya civînê de hat gotin ku divê komîsynên taxan bên avakirin û pergala xebatê ya berê esas bê girtin. Em li vir gotinên we tomar dikin. Dê hemû nirxandinên li vir esas bên girtin. Em ê pêvajoya nû li ser vê ava bikin."    Di civînê de welatiyekî destnîşan kir ku divê komîsyonên taxan û gundan bên avakirin û got: "Tew divê komîsyonên me yên kuçeyan jî hebin. Berê komîsyon hebûn, lê wexta ev komîsyon hatin betalkirin em jî paş de çûn. Ger em rêxistinbûyîna xwe xurt nekin, em ê nikaribin bi se rbikevin. Divê em li hemberî pergalê biwêrek bin. Divê her kes pêşî xwe rexne bike."   Welatiyan di civînê de got ku mudaxileya navendî nabe cihê serkeftinê û gotin: "Me bi tenê nehêlin. Pêdiviya me bi we heye. Tim serdana me bikin."    RÊYA SÊYEM   PIşt re civîn li navçeya Karakopruyê hat lidarxistin. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kûnt Ayan, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk û şêniyên navçeyê tevlî civînê bûn. Di civînê de ji bo kesên di Şoreşa Rojavayê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Welatiyan di civînê de gotin: "Divê em siyaseta Rêya Sêyem rast bimeşînin."