Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir 2023-07-19 23:03:12       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê 11'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê bi şahiyekê hat pîrozkirin.   Li Şehbayê 11'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê 11'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li qada çalakiyan a li gundê Maratê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê pîroz kir.   Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir li ser navê meclisa kantonê axivî. Zelûx Bekir bal kişand ser destkeftiyên şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê. Zelûx Bekir li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê ji bo xurtkirina têkoşînê bang kir û got: "Em sala bê bikin sala rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadî û demokratîkirina Sûriyeyê."   Endamê Meclisa Rûspiyên Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed El Xişan jî û diyar kir ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelên kurd, tirkmen û ereb li hemberî pergalên serdest serî hilda û pêşengiya projeya neteweya demokratîk dikir.   El Xişan li dijî çavnebariyên dagirkeran û hevkarên wan û ji bo rizgarkirina Efrînê banga hevgirtin û bipêşxistina rêgeza şerê gel ê şoreşgerî kir.   Piştî axaftinan, hunermend Fatma Bîlal û Koma Çiyayê Kurmênc derketin ser dikê, stran gotin.   Hunermend Rêzan Bekir jî stran gotin û beşdaran li ber stranan govend gerand.