Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê 2023-07-20 19:27:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de doza ji bo edaletê hat dubarekirin.    33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, di 8'emîn salvegera komkujiyê de li gelek bajaran bi daxuyaniyan hatin bibîranîn.    COLEMERG   Suleyman Aksû ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Taxa Ormanê hat bibîranîn. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez, Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdûllah Zeydan, endam û rêveberên KESK, ÎHD, OHD, Egîtîm-Sen, DÎSK, BAroya Colemêrgê, HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk tevlî bîranînê bûn.    ‘ÊN KU ŞOREŞA ROJAVAYÊ HEZM NEKIRIN SERÎ LI KOMKUJIYAN DAN'   Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez ku li vir axivî, got: "Hevalên me yên hatin qetilkirin, hevrêyên me ji bo xeyalên zarokên biçûk bixemilînin çûn, lê mixabin ji aliyê çeteyeên ferasetqirêj ve hatin qetilkirin. Kesên ku şoreşa Rojavayê hezm nekirin serî li komkujiyan dan. Bi hezaran zarokên kurd mîrateya 33 rêwiyên xeyalan ên 8 sal berê hatin qetilkirin girtina."    Piştî axaftinan nûnerên partiyên siyasî û endamên rêxistinên civaka sivîl gulên sor danîn ser gora Aksû. Çalakiya bîranînê bi duakirinê bi dawî bû.    WAN   ÎHD a Şaxa Wanê jî têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Firat Dûrmaz bilêv kir ku qetilkirina ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got:" Lewma divê piştgirên van sûcdaran bên eşkerekirin û cezakirin. Em parêzvanên mafên mirovan em ê heya dawî bitêkoşin."    ENQERE   Rêxistinên ciwanan, 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Guvenparkê bibîr anîn. Ciwanan bi dirûşmeya "Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" 33 rêwiyên xeyalan bibîr anîn. Ji be rku park ji aliyê polîsan ve hat dirpêçkirin, girse li nava parkê bi pankarta "Edalet jib o Pirsûsê edalet ji bo her kesî" meşiya. Paşê polîsan êrişî girseyê kir û herî kêm 20 ciwan hatin binçavkirin.