Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan 2023-07-20 22:39:00   STENBOL - Ciwanên bi boneya 8'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê li kuçeyên Kadikoyê meşiyan. Polîsan êrişî ciwanan kir û ew binçav kirin û ji paş de destê wan kelemçe kirin.    Rêxistinên Ciwanan ku bi boneya 8'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê xwestin li ber Operaya Sureyya ya li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, hatin astengkirin. Lewma Rêxistinên Ciwanan li gelek derên Kadikoyê meşiyan.   Bi dehan ciwan pankarta li ser “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî“ hildan û dirûşmeya “Pirsûsê ji bîr neke, nehêle ji bîr bibe“ berz kirin û ji Rawestgeha Ayrilikê ya Marmarayê ber bi Operaya Sureyya ve meşiyan. Di dema meşê de rastî êrişa polîsan hatin. Gelek ciwan hatin binçavkirin û destên wan ji paş de hat kelemçekirin.    Bi dehan ciwan li Rihtima Kadikoyê jî hatin ba hev û rê girtin. Di pey re polîs hatin û êrîşê ciwanan kirin û dor li wan girtin.