Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn 2023-07-21 09:06:51   AMED - Der barê 26 rêveber û endamên HABER-SEN'ê de ku nelirêtiyên li Midûriyeta PTT'ê ya Amedê kirin rojev, lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.    Rêveber û endamên Sendîkaya Kedkarê Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Postayê (HABER-SEN), ji ber ku neliêritiyên li Midûriyeta PTT'ê ya Amedê kirin rojev ketin ber lêpirsîn û hatin sirgûnkirin. Yek jê rêveberê Navenda Giştî ya HABER-SEN'ê, 5 jê rêveberên Şaxa Amedê û 20 jê belavkarên posteyê û endamên sendîkayê, der barê 26 kesan de lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Mifetîşekî li Midûriyeta PTT'ê ya Stenbolê wezîfedar lêpirsînê bi rê ve dibe. Der barê belavkarên posteyê de lêpirsîna der barê karê wan û kargeha wan hat destpêkirin û der barê rêveberan de jî xebatên wan ên sendîkayê wekî hincet hatin nîşandan.   Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HABER-SEN'ê Sabrî Gunduz bal kişand ser zextên li ser xebatkaran û îdiayên der barê nelirêtiyan de.    LÊPIRSÎN JI STENBOLÊ TÊ BIRÊVEBIRIN   Gunduz anî ziman ku ji ber ku nelirêtiyên di dema erdhejê de li PTT'ê rû dan kirine rojev der barê endam û rêveberên sendîkayê de lêpirsînên bêhiqûqî hatine destpêkirin û got: "Her du lêpirsînên der barê endam û rêveberên me de, ji aliyê heman mifetîşî ve hatine destpêkirin. EM wiha difikirin ku ev jî ne rasthatinek e. Li ser hevalên me yên belavkra di çaçroveya li dijî Qanûna Teblîxatê ya bi Hejmara 7201'ê de zextên dijwar hene. Ji ber ku hevalên me li gor mewzûatê dixebitin rastî lêprisînan tên. Li Stenbolê mifetîşek li cihê xwe me bi vî awayî tometbar dike; 'Hûn li dijî mewzûatê dixebitin. Hûn baş belavkariyê nakin.' Lêprisînê vedike. Lê halbûkî divê dakeve qadê û bi vî awayî van îdiayan vekole. Di pênasekirina karê me de ev heye. Lê bêyî ku li mezinahiya bajêr û hejmara pesonelan binêre, gotiye 'Çima hûn hindik belav dikin?' û lêpirsîn vekiriye."    MONTÊN COLOMBIA LI KU DERÊ NE?   Gunduz ragihand ku ew tenê ji bo kedê natêkoşin, di heman demê de ji bo yekîtiya civakî jî têdikoşin û aştiya kar û civakî diparêzin û wiha pê de çû: "Midûriyeta Giştî ya PTT'ê li herêma erdhejê karbidetsiya stendinê rasterast da Midûriyeta Bajêr. Midûriyeta bajêr jî karbidestiya stendinê rasterast wergirt. Gava ji bo vê gelek kesan serî li me da û gilî kirin, me jî xwest ev yek bê lêkolînkirin. Axirê Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Alpay Antmen belgeyek weşand ku li Midûriyeta PTT'ê ya Amedê montên Colombia hatine stendin û wan li Semsûrê daye rayedarên payebilind. Me wekî sendîka têkildarî vê îdiayê nivîsek ji Midûriyeta Giştî ya PTT'ê re nivîsî. Gelo têkiliya we bi vê re heye? Kê ew stendine? Ji me re hat gotin ku mont dane belavkarên posteyê. Lê piştî lêkolîna me derket holê ku ew mont dane serokên daîreyan û me wêneyên wan jî dîtin. Di dema erdhejê d ehat gotin ku dê zexîre bê stendin û ev dê ji aliyê PTT'ê ve bên stendin û belavkirin. Lê belê hat gotin ku dikaribûn ji vir bi erzanî bistînin, lê çûne li Mêrdînê bihatir stendine. Me jî têkildarî vê doza civînekê li Midûriyeta PTT'ê ya Amedê kir."    ‘ÊN VEGERIYAN SER KAR CAR DIN HATIN SIRGÛNKIRIN'   Gunduz destnîşan kir ku piştî hevdîtina bi Sermidûrê PTT'a Amedê Ridvan Acar re zext zêde bûne û lêpirsîn hatien destpêkirin û wiha got: "Di sala 2022'yan de 29 hevalên me hatibûn sirgûnkirin. Wê demê piştî têkoşîna me ya sendîkayî û hiqûqî hevalên me vegeriyan. Lê nûnerê me yê Mêrdînê car din sirgûnî Gumuşhaneyê hat kirin. Nûnerê me yê Ordûyê ku du zarokên wî hene û yek jê nexweş e, sirgûnî navçeya Zêdkan (Eleşkîrt) a Agiriyê hat kirin. Çima? Ji ber ku der barê montên Colombiya de şîrove kirin û ji ber ku pirsa 'we ev sazî pêşkêşî kê kiriye? kirin."    BANGAWAZÎ   Gunduz anî ziman ku dê her tim li aqûbeta nelirêtiyan bipirsin û got: "Pereyê ji bo mexdûrên erdhejê ji bo kê hatin xerckirin? Bi destê kê hatin xerckirin? Em dixwazin ev bên zelalkirin û polîtîkayeke me ya ku tu hevalek me li derî mewzuatê nexebite heye. Em ê di vî warî de hemû mafên hiqûqî yên hevalên xwe biparêzin û li pişta wan bin. Em ê di vî warî de hin serlêdanan bikin û dê parêzerê me jî gilî bike. Dê têkoşîna me bidome."    Gunduz ji bo îdiayên nelirêtiyê û lêpirsînên bêhiqûqî bang li dozgeran kir ku karê xwe bikin.