Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot! 2023-07-21 11:21:20 AMED - Şaredariya Bajarê Nû ya ku di bin rêveberiya qeyûm de tê birêvebirin, taxa Dokuzçeltikê firot.  Şaredariya Navçeya Bajarê Nû ya Amedê di bin rêveberiya qeyûm de tê birêvebirin. Rêveberiya qeyûm a şaredariyê yek ji milk ango erdê herî bi qîmet ê bajêr ku li taxa Dokuzçeltikê ye firot. Li taxê 4 parselên binirx hatin firotin. Ev parsel ango erd li ba avahiya Şaredariya Bajarê Nû û Forûm AVM’ê ye. Qeyûm sala par parselên 30004 ada jimara 2 û 3'yan, parsela 30006 ada jimara 2’an, û parselên 30007 ada jimara 1’an da ber firotinê. Gelek xanî û kargeh li vir hene. Bi giştî 49 hezar û 878,72 metrekare ye. Ji bo bedela van erseyan 174 milyon û 575 hezar û 520 TL hatibû diyarkirin. Rêxistinên sivîl û xwediyên erseyan nerazîbûn nîşanî firotinê dan û li ser vê yekê îhale hat betalkirin.    Di 24’ê çileya 2023’yan de ji bo firotinê cara duyemîn îhale hat kirin. Kes beşdarî îhaleyê nebû û cara duyemîn îhaleya firotinê hat betalkirin.    Desteya Koordînasyona Bajarê (ÎKK) Amedê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li ber firotina erseyan rabû û mijara navborî veguhezand darazê. Hê pêvajoya darazê didomiya, şaredariyê cara sêyemîn îhaleya firotinê amade kir.    Hat zanîn ku li ber cara din vê carê her çar parsel bi bihayê 90 milyon û 613 hezar û 174 TL derxistine îhaleyê. Hat zanîn ku Mehmet Şîrîn Kiliç tenê beşdarî teklîfê bûye û bi vê bedela hatiye diyarkirin îhaleyê dane Kiliç.    TMMOB MIJARÊ DIBE DARAZÊ    Li gorî TMMOB’a Amedê nirxê her 4 parselan nêzî 350 milyon lîre ye. Tê payîn ku TMMOB li dijî îhaleyê serî li darazê bide û hewl bide îhaleyê bide betalkirin. TMMOB’ê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li ber vê bêûsûliyê rabin û dest bi hewldanên hiqûqî bikin.