Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin 2023-07-21 13:20:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê li dijî herêmên Zapê û Metînayê ku zivistanê jê vekişiya bû, êrişek nû daye destpêkirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Tirkiyeyê li dijî herêmên Zapê û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve êrişek nû da destpêkirin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ku di ANF’ê de hatiye weşandin, hat zanîn ku êriş li dijî qadên Kurojahro, Girê Ortê û Girê Cûdî ku zivistanê artêşa tirk jê vekişiyabû hatiye destpêkirin.    Hat ragihandin ku li herêmê şerek dijwar diqewime. Her wiha hat diyarkirin ku artêşa tirk li qada Girê Ortê ya bi ser Metînayê ve ku hêzên PDK’ê lê hene ketiye tevgerê û ji beşahiyê ve diçe û operasyon daye destpêkirin.