Li Qoserê mirineke biguman 2023-07-21 23:35:16   MÊRDÎN – Hat îdiakirina ku li Qoserê ciwanê bi navê Yûsûf B. xwe kuştiye.    Hat îdiakirin ku li Taxa Îpekê ya navçeya Qoser a Mêrdînê Yûsûf B. yê 23 salî xwe kuştiye. Li gor agahiyên bi dest ketin, Yûsûf B. li mala xwe jiyana xwe ji dest daye. Piştî malbat pê hesiya, hay tenduristkaran pê xıst. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Yûsûf B. jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yûsûf B. rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.