Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn 2023-07-22 10:00:34 STENBOL - Li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re neke, li ser hev du "cezayê dîsiplînê" li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê birîn. Hat zanîn ku "cezayeke dîsiplînê" yê din jî li Ocalan hatiye birîn.    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji bo hevdîtinê di 10'ê Tîrmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.    Dadgeriyê di 18'ê Tîrmehê de serlêdanê red kir û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên 28 meh in nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bikin, "cezayeke dîsîpîlînê" yê din jî hatiye birîn. Dadgeriyê biryara xwe di 19'ê Tîrmehê de ragihand parêzeran, lê negot ceza kengî û ji bo çi hatiye birîn.    HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN   Serlêdanên malbatan ên ji bo hevdîtinê ku bi rêya parêzeran dikin, an nayên bersivandin an jî bi hinceta "cezayê dîsiplînê" tên redkirin. Qedexekirina hevdîtina bi malbatan re di 18'ê mijdara 2021'ê de bi dawî bûbû, lê jui ber ku serlêdanên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nehatin bersivandin, parêzer di 28'ê adara 2022'yan de careke din serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin hevdîtinên bi malbatê re bên kirin. Dadgeriyê di 29'ê Adarê de bersiv da û serlêdanê red kir. Dadgeriyê ji bo sedema redkirinê jî, derpêş kir ku di 3'yê sibata 2022'yan de ji bo 3 mehan cezayekî dîsiplînê yê nû li Ocalan hatiye birîn û ceza di 21'ê sibatê de hatiye erêkirin.    SERÎ LI AYM'Ê DAN   Parêzer piştî vê biryara dadgeriyê di 12'ê gulanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Patrêzeran di biryara xwe de îşaret bi bal kişandin ser awayê bêpêwendiya mutleq "incommunicado"yê diyar kirin ku mafê rêza li jiyana malbatê û taybet û mafê parastinê û darziandina adil hatiye binpêkirin.    Her wiha parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî piştî ku di 7'ê hezîranê de 3 meh cezayê qedexekirian hevdîtina bi malbatê re yê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatibû birîn bi dawî bû, xwestin teblîxî wan bê kirin ku ka cezayekî dîsiplînê yê nû heye yan na. Dadgeriyê ji bo biryara redkirinê got, "cezayên dîsiplînê hê didomin." Piştî vê di 15'ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê hat dayîn.    CEZAYEKÎ NÛ   Piştî vê îtirazê dadgehê di 23'yê hezîranê de bersiv da û got di 31'ê gulanê de li Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din 3 meh cezayê dîsiplînê hatiye birîn û îtirazê red kir.    BERÎ KU DEM TEMAM BIBE CEZAYEKÎ DIN   3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê yê li Abdullah Ocalan hatibû birîn, di 15'ê îlonê de temam bû. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî bidawîbûna qedexeyê di 16'ê îlonê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdan nehat bersivandin. Piştî vê parêzer di 23'yê îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û doza hevdîtina bi malbatêr e kirin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, di 5'ê cotmehê de serlêdanê red kir. Dadgeriyê derpêş kir ku 3 meh cezayê dîsiplînê yê ku di 9'ê îlonê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn, di 28'ê îlonê de teqez bûye.    Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû girtin. Abdullah Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin jî di nîvî de hatiye qutkirin.