Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin 2023-07-22 11:22:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê li dijî başûrê Kurdistanê de leşkerek hat kuştin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metinayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Duh li dijî herêman êrişek nû hat destpêkirin. Hat ragihandin ku bombebaran pêk tê û şerên dijwar diqewimin.    Çawişê pispor Enes Kirmizikoç ê di duh di şer de birîndar bûbû, îro mir.    Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî çawişê pispor daxuyanî da û îdia kir ku perwaneya helîkopterê li Kirmizikoç ketiye û birîndar bûye û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, miriye.