Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn 2023-07-22 12:41:18   ANTALYA -  Li Girtîgeha Antalyayê ya Ewlehiya Bilind 8 girtiyên ku telên rêsayî ji ber paceyan rakiribûn, bi îdiaya “xesar dane malê cemaweriyê” li her yekê 10 meh cezayê hepsê hat birîn.    E.N.K., H.E., H.O., M.O., M.E.T., M.D., T.B. û Z.E. li Girrtîgeha Antalyayê ya Ewlehiya Bilind tên ragirtin. Bi îdiaya ku van girtiyan têlên rêsayî yên li ber paceya qawîşê rakirine û xesar danê di kanûna 2022’yan de derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “xesar dane malê cemaweriyê” hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de li her girtiyekî 10 roj cezayê hucreyê hat birîn. Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi heman îdiayê derbarê 8 girtiyan de îdianame amade kir û 25’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Antalyayê îdianame qebûl kir û di 12’ê tîrmehê de biryar da.    Girtiyan di dadgehê de parastina xwe kirine û destnîşan kiriye ji bo ew dikaribin nefesê bidin û bistînin têlan rakirine û sûcdariya li ser xwe red kirin. Parêzera girtiyan Nagehan Avçil jî bal kişand ser rewşa girtiyan û diyar kir ku girtî li qawîşê nikarin hilmê bidin û bistînin û xwest hemû miwekîlên wê bên beraetkirin.    LI HER YEKÊ 10 MEH CEZA HAT BIRÎN    Dadgehê şert û mercên girtiyan ji nedîtî ve hat û bi îdiaya “xesar dane malê cemaweriyê” li her girtiyekî 10 meh cezayê hepse birî.    Parezera girtiyan diyar kir ku ew ê li dijî biryara dadgeha herêmî serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Edeneyê bide û hewl bide ku ceza bê xerakirin.