Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-07-22 14:01:06   STENBOL - Damezrînerê DÎSK’ê Kemal Kemal Turkler di salvegera 43’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Kemal Turkler damezrîner û Serokê Giştî yê ewil ê Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ye beriya niha bi 43 salan hatibû qetilkirin. Turkler ji aliyê rêveberiya DÎSK’ê ve li ser gora xwe ya li Goristana Topkapi ya li Stenbolê hat bibîranîn. Malbata Kemal Turkler û Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û rêveber û nûnerên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê û nûnerên partiyên siyasî tev li bîranînê bûn.    Ji ber ketina goristanê heta ser gora Turkler meş hat lidarxistin û wêneyê wî hat hildan û dirûşm hatin berzkirin. Li ser gorê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku wê xwedî li têkoşîna Kemal Turkler û hemû cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bê derketin.    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gora Turkler.