Rêveberekî Huda Parê hat kuştin 2023-07-22 21:37:36   EDENE - Kesekî ku ket hundirê Serokatiya Huda Parê ya Edeneyê, li hundirê partiyê kesek kuşt.   Huda Parê daxuyand ku êrişî Serokatiya Wan a Edeneyê hatiye kirin. Di êrişê de Serokê Bajêr ê Huda Parê Salih Demîr birîndar bû û sekreterê bajêr Sacît Pîşgîn jî mir.   Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî bûyerê daxuyand ku kesekê ku êriş kiriye hatiye zevtkirin û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç jî diyar kir ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.