ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-23 09:01:19   * Parêzer Muharrem Şahîn ku ji 15 caran zêdetir bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, bal kişand ser “cezayên dîsîplînê” û got ku tu ceza nabe astengî ji bo hevdîtina girtî ya bi parêzerên xwe re.    * Ji Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku bi raporên ku li ser maseyê tên amadekirin xweza tê talankirin û ji bo pêşîgirtina li texrîbatan bal kişand ser girîngiya rêxistinkirinê.    * Gelê Wanê ku krîza aboriyê û zemên hatin kirin nirxandin, wiha gotin: “Heta ku ev şer bidome wê krîza aboriyê jî berdewam bike. Divê êdî mirov li dijî vê yekê serî rakin.”   * Akademîsyen Rojîn Mukriyan, li dijî hêza Lozanê ya parçeker bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û tespîta "Lozana Civakî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    * Civînên gel ên HDP û Partiya Çepên Kesk li dar dixin wê li gelek bajaran bidomin. (12.00-15.00)   * Konferansa Lozanê dê di roja 2'emîn de li Swîsreyê berdewam bike.