Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin 2023-07-23 12:45:20 RIHA - DBP’ê, HDP’ê û Partiya Çepên Kesk li Rihayê ji bo karkerên DEDAŞ’ê daxuyaniya piştgiriyê dan û wiha gotin: “Dest ji vê zilmê berdin. Têkoşîna sendîkal mafek e.”   Karkerên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li 6 bajarên lê dixebitin, li dijî şertên xebatê yên xerab di 21’ê tîrmehê de dest ji kar berda. Hate îdiakirin ku piştî çalakiyan gelek karker ji kar hatine derxistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê têkildarî mijarê li ber avahiya Miduriyeta DEDAŞ’ê ya Bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kûnt Ayan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    BAYINDIR: EM LI CEM KARKERAN IN   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di daxuyaniyê de anî ziman ku DEDAŞ veguheriye cihekî “ku zilmê li gelê Rihayê dike” û wiha got: “Em DEDAŞ’a ku fatoreyên bilind li kedkar û karkeran bar dike û hilberîner û dikandaran mexdûr dike şermezar dikin. Karker li gelek bajaran di grevê de ne. Em jî ji bo polîtîkayên zextê teşhîr bikin, dest ji zilma li gel dike berde bang li rêveberiya DEDAŞ’ê dikin; divê dest ji van polîtîkayên ku mafên karkeran ên mirovî xesp dikin berdin. Hewa gelek germ e, germahiyeke bi heta 45 dereceyanheye. Hûn bi birîna ceyranê hêrsa gel dikişînin ser xwe. Em li cem karker û cotkaran e.”   GUNAY: DEDAŞ ŞÎRKETEKE ZILMÊ YE   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku DEDAŞ mafê pêdiviya ceyran û avê yê welatiyan xesp dike. Gunay, bal kişand ku ji ber birîna ceyranê hilberîner nikarin zeviyên xwe av bidin û wiha got: “Berhem li zeviyan hişk dibin. DEDAŞ şîrketa zilmê ye. Karkerên di çalakiyê de şertên xebatê yên weke mirovan divên. DEDAŞ şûna ku mafên karkeran bide, gefa ji kar derxistinê li karkerên ku parlamenterên me serdana wan kirin dixwe. Divê mafên şexsî yên karkeran bên nasîn. Di demeke mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn de gelek zemên hatine kirin hene û gel li dijî van zeman zêdekirina mûçeyan dixwaze.”   Gunay, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Desthilat kesên ku daxwaza mafên xwe dikin, bi derxistna kar re gefan lê dixwe. Mafê tenduristî û jiyanê yê gel nikare bê astengkirin. DEDAŞ hem hilberîner hem jî xebatkarê xwe mexdûr dike. Em ê hem li cem cotkaran hem jî li cem kedkaran bin. Grev têkoşîneke sendîkayî ya mafdar e. Kesên vê asteng dikin sûc dikin. Divê Dozgeriya Rihayê derbarê rayedaran de lêpirsînê bide destpêkirin. Sûcê destûra bingehîn tê kirin. Nebin şirîkê vî sûcî. Em ê hesabê ji kesên ev sûc kirine re bipirsin. Dê herkes li pêşberî darazê hesabê bide. Dê ev dewran vegere, wê li vî welatî gelek tişt bên guherîn û bersûc wê teqez hesabê bidin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Em gel in mafdar in em ê serbikevin” û “Ji karkerên li ber xwe didin re silav” bi dawî bû.