Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin 2023-07-23 16:00:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê di êrişa çekdarî de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin.    Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bi çekên navîn û sivik êrişî Noxteyeke Ewlehiyê ya hikumeta Şamê ya li bajarokê Zixîr Şamiye yê rojavayê Dêrazorê kir. Di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin.