Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan 2023-07-23 16:39:58   SEMSÛR - Li Semsûrê bayê zêde yê ku piştî nîvro derket bandor li ser konbajaran jî kir û gelek kon texrîb bûn. Her wiha ji ber kavilên li bajêr toz û dûman di nava bajêr de belav bû.   Yek ji bajarên ji erdhejên navenda wan Mereşê bi bandor bibû li Semsûrê piştî nîvro baye zêde yê ku derket bandor li ser konbajarên li navenda Semsûrê kirin û gelek konên mexdurên erdhejê texrîb bûn. Her wiha ji ber kavilan toz û dûman di nava bajêr de belav bû. Hat zanîn ku tu kes birîndar nebûye û ba bi awayekî sivik berdewam dike.