Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin 2023-07-23 20:22:37 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên "xwenûkirinê" li Amed, Riha û Stenbolê berdewam kirin.  Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên gel îro li navçeya Licê ya Amedê domandin. Welatiyên ku tevli civînê bûn rexneyan li kêmasiyên partiyan girtin. Parlementerên Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, Omer Ocalan, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyad Ceylan, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, endamên meclisa partiyê ya HDP'ê, rêveberên navçeyê û gelek welatî tev li civînan bûn.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîd belavî her derê bûye.   Her wiha li gundên Çemê Elîkê, Zengê û Tûtê yên bi ser navçeya Licê ve jî civînên gel hatin lidarxistin.    Welatiyan di civînan de rexne xwe kirin û pêniyazên xwe ji bo partiyan kirin.   RIHA   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî civîna gel bi beşdariya gelek welatiyan hat lidarxistin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP'ê beşdarî civînê bûn. Welatiyn di civînê de rexneyan li partiyan girtin û pêşniyazên ji bo pêşxistina partî û hişmendiyê bîrdozî kirin.    STENBOL    Li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê jî civîna gel hat lidarxistin. Rêveberên HDP û Partiya Çepên Kesk tev li civînê bûn. Di vê civînê de jî welatiyan rexneyên xwe li partiyan kirin û pêşnaziyên çareseriya pirsgirêkan kirin.