ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-24 09:00:06   * Serokê Giştî yê KKP’ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek têkildarî salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê axivî û bang li gel û partiyên kurdan kir ku divê yekitiyek mayînde bê avakirin.   * Êzidiyên ku di salên 1980 û 1993'an de li gundê Zevra yê navçeya Wêranşarê koçber bûne, ji ber ku gundê wan ji aliye malbata Karacadag ve ku cerdevaniyê dikin ve hatiye dagirkirin, nikarin lê vegerin. Şêniyên ji gund ên êzidî gotin ew dev jî gundê xwe bernadin û xwestin pirsgirêka wan bê çareserkirin.    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan diyar kir ku bikaranîna tiryakê û çedkarkirina şexsî li Mêrsînê zêde bûye û ev rewş bûyerên tundiyê zêde dike û di heman demê de rê li ber têkçûna civakê vedike.    * Şagirtên ku beşdarî kursên kurdî yên MED-DER’ê bûne diyar kirin ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê kurdî ketiye plana duyemîn û bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê zikmakî.    * Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ji bo malbata Muhammed Mahmud Dervîş ê 8 sal in îşkenceya lê hatiye kirin bibîbinin, ketin nava liv û tevgerê û banga “edaletê” kirin.    * DBP, HDP, Partiya Çepên Kesk, KKP, PÎA, PSK, PDK-T, Partiya Azadî, Hereketa Azadî, DDKD, Komeleya Şêx Saîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê têkildarî salvegera 100'emîn a Lozanê li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyaniya hevpar li dar bixin. (11.00) ZINDÎ