Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike 2023-07-24 09:04:31 MÊRSÎN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan diyar kir ku bikaranîna tiryakê û çedkarkirina şexsî li Mêrsînê zêde bûye û ev rewş bûyerên tundiyê zêde dike û di heman demê de rê li ber têkçûna civakê vedike.    Tirkiye yek ji welatan e ku rêgeha firotin, bazirganiya tiryakê ye. Di 'Rapora Hişbirê ya Cîhanê ya 2021'an a Buroya Sûc û Hişbirê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Navneteweyî (UNODC) de hat destnîşankirin ku li cîhanê 275 mîlyon tiryakê bikar tînin û ji sala 2010'an vir ve rêjeya tiryakê ji sedî 22 zêde bûye. Li gorî heman raporê, Tirkiye yekemîn welat bû ku herî zêde kokaîn tê de hatiye desteserkirin û di nav sê welatên yekem de ye ku herî zêde eroîn tê de hatiye girtin.   Li Mêrsîna ku bûye yek ji navendên bazirganiya madeyên hişbirê, rêjeya bikaranîna tiryakê zêde bûye. Bikaranîna tiryakê çekdarkirina ferdî ango şexsî jî anî. Tenê di sala 2022’yan de li bajêr di 65 bûyerên tiryakê de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û 55 kes jî birîndar bûn. Di 4 mehên dawî de 10 kes di bûyerên bi vî rengî de bi çekan hatin kuştin. Bikaranîna tiryakê û çekdarkirina ferdî bûye pirsgirêka sereke ya bajarê Mêrsînê.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan mijara navborî bir rojeva Meclisê û bal kişand ser bikaranîna tiryakê û çekdarkirina ferdî.    ‘BI ZANEBÛN LI CIWANÊN KURDAN TÊ FERZKIRIN’    Bozan diyar kir ku Mêrsîn yek ji wan bajaran e ku di salên 1990’î de kurdên ji ber koç kirine lê bicih bûne û li taxên kurdan bikaranîn û firotina tiryakê û çekdarkirina ferdî zêde bûye. Bozan anî ziman ku pergal bi zanebûn tiryakê li taxên kurdan belav dike û got: “Pergal bi zanebûn ciwanên kurd dixe nava tora hişbirê. Ji ber Lîmana Mêrsînê ev bajar yek ji wan bajaran e ku herî zêde bazirganiya tiryakê lê tê kirin û belavkirin. Ji ber vê yekê her roj li bajêr bûyerên tundiyê zêde dibin. Li taxên ku kurd lê dijîn û li taxên feqîrî lê zêde ye, bikaranîna hişbirê belav bûye û ev rewş li bajêr rê li ber têkçûna civakê vedike. Her çiqas polîs di bin navê têkoşîna dijî tiryakê bike jî lê di heman demê de nabe çare û dewlet bi awayek bandor tiryakê belav dike. Divê ciwan ji vê tora tiryakê û çekdarkirina ferdî bên rizgarkirin û li bazirganên tiryakê ceza bên birîn. Nexasim li dijî ciwanên kurd bi zanebûn tiryak û çekdarkirina ferdî tê ferzkirin da ku ji çand, ziman, hebûn û polîtîkaya xwe dûr bikevin. Wê têkoşîna me li dijî vê yekê berdewam bike û em ê meseleyê bişopînin.”     MA / Dîlan Akyol