Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin 2023-07-24 10:59:43   COLEMÊRG - Serokê MHP’a Colemêrgê Fatîh Ozbek ê ku li xebatkarên tenduristiyê xistibû, ji wezîfeyê hat girtin.    Serokê MHP’a Bajêr a Colemêrgê Fatîh Ozbek di 15’ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê êrişî xebatkarên tenduristiyê kiribû. Derbarê Ozbek de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku Ozbek di çarçoveya vê lêpirsînê de ji wezîfeyê hatiye girtin. Hat diyarkirin ku Ozbek êvara 15’ê tîrmehê ku çûye serdena xizmek xwe yê nexweş, serxweş bûye û êrişî xebatkarên tenduristiyê kiriye. Polîs û ewlekaran mudaxileyî bûyerê kirin. Ozbek heqaretên giran li welatiyên derdorê kir.    DÎMENÊN BÛYERÊ    Mijara navborî bi dîmenan jî hat îspatkirin. Di dîmenan de tê xuyakirina ku Ozbek bi pehînan li deriyên nexweşxaneyê dixe û kesên derdorê aciz dike û êrişî derdora xwe dike.    Serbijîşkê nexweşxaneyê, bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê giliyê Ozbek kirin. Dozger lêpirsîn da destpêkirin.    JI WEZÎFEYÊ HAT GIRTIN    Piştî ku bûyer hat bihîstin û belav bû Navenda Giştî ya MHP’ê Ozbek ji wezîfeyê girt. Ozbek li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal agahî belav kir û dawîanîna wezîfeya xwe ragihand.