Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin 2023-07-24 14:23:18 AMED - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi minasebeta Roja Tekoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê serdana rojnamevanên nû hatine berdan kirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz (Parlamentera Mêrdînê) û Keskîn Bayindir (Parlamenterê Êlihê) û şandeya li gel wan, bi minasebeta 24'ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê, serdana rojnamevanên kurd ên di 12'ê tîrmehê de hatin berdan kirin. Serdan li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) pêk hat. Di serdanê de Hevserokê DFG Serdar Altan û endamên komeleyê pêşwazî li şandeya DBP’ê kiri.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD MÎSYONA XWE BI CIH ANÎ’   Aydenîz di serdanê de axivî û êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar kir. Aydenîz diyar kir ku ew ji ber berdana rojnamevanan kêfxweş in û bi bîr xist ku ew di salvegera Peymana Lozanê de ne. Aydenîz anî ziman ku Peymana Lozanê ji bo saziyên kurdan nayê wateya “aştiyê" tê wateya "şer" û got: "Tevî ewqas êriş û zextan li ser çapemeniyê, peywira xwe ya ji bo ragihandina heqîqetê, rastiyê ji gel û civakê re bi cih tînin. Sedema binçavkirin û girtinên salên dawî ew e ku kes rastiyê hîn nebe. Lewma ev helwesta çapemeniya kurd girîng e.”   ‘EM NE SÛCDAR, LÊ DAWAKAR IN’    Hevserokê DFG’ê Altan jî bi bîr xist ku îro salvegera Peymana Lozanê ye û Qanûna Sansurê ye. Altan anî ziman ku berdana wan moral û motîvasyon da civakê û wiha got: "Di dema girtina 13 mehan de xwedî derketina me rojnamevanan baş bû. Em bi vê xwedîderketinê serbilind in û hêz da me. Tevî ku xwestin me bêdeng bikin jî, dîtin ku kevneşopiya berxwedanê ya çapemeniya azad û rojnamevanên kurd berdewam dike. Em ne sûcdar lê dawakar in. Yekî ku hesab bixwaze hebe jî ew jî em in. Ev helwest girîng bû. Em ê ji cihê mayî xebata xwe berdewam bikin. Ji bo serdana we spas."