Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir 2023-07-24 14:58:54   ŞIRNEX - Cerdevanê bi navê Îbrahîm Yildirim li Çiyayê Gabarê ku tê îdiakirin ku di kêliya guhertina nobedê de ketiye, mir.    Hat zanîn ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê cerdevanê bi navê Îbrahîm Yildirim ku tê îdiakirin di kêliya guhertina nobedê de ketiye, mir. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî mijara navborî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî belav kir.