3 rojnamevan hatin binçavkirin 2023-07-25 07:56:47 ENQERE/ÎZMÎR - Nûçegihanên ajansa me Firat Can Arslan û Delal Akyuz û rojnamevan Sîbel Yukler di serdegirtinên malên xwe yên li Enqere û Îzmîrê de hatin binçavkirin.  Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonek ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatiye destpêkirin, polîsan vê sibehê bi ser mala nûçegihanê ajansa me Firat Can Arslan de girtin. Polîsan piştî li malê lêgerîn pêk anî Arslan kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û Arslan birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.    Di serdegirtina malê de polîsan telefon û komputera Arslan desteser kirin. Nehat zanîn ku dê Arslan bibin Amedê an na.    Rojnamevan Sîbel Yukler jî li Enqereyê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Sedemê binçavkirina Yukler nehat zanîn û wê birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.    ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî polîsan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin avêtine ser mala nûçegihanê me Delal Akyuz. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî vê yekê Akyuz kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Sedem ango hinceta binçavkirina Akyuz jî nehat zanîn. Nehat zanîn ku gelo dê  Akyuz bibin Amedê an na.