Li Zapê şerê dijwar diqewime 2023-07-25 10:33:16       NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li herêma Zapê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê dijwar diqewimin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve bênavber didomin. Hat ragihandin ku ji duh bi şev heta niha balafirên şer bi dehan caran herêma Zapê bombebaran kirine û li herêmê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê giran diqewimin.