Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da 2023-07-25 12:00:09 ÎZMÎR - Xebatkarê PTT’ê Berran Kirmizigul dema li belavkiariyê bû ji ber germa xwîn çû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da.    Li Îzmîrê xebatkarê PTT’ê Berran Kirmizigul duh dema li belavkariyê bû ji ser hişê xwe çû û wî rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê. Hat zanîn ku ji ber germa zêde xwîn çûye ser mêjiyê karker û jiyana xwe ji dest daye.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Postayê (HABER-SEN) a Jimara 6’an a Îzmîrê li ber Navenda Belavkariyê ya PTT’a Baryakliyê têkildarî Kirmizigul daxuyanî da û gelek karker tev li bûn. HABER-SEN'ê bal kişand ser şertên xebatkarên PTT’ê û nerazîbûn nîşanî şertên giran ên kedkarên PTT’ê da. HABER-SEN’ê xwest ku Midûrê Giştî yê PTT’ê û Sermidûrê Îzmîrê îstîfa bikin.