Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran 2023-07-25 14:22:58   COLEMÊRG - Piştî şerê li dijî herêmên Avaşîn, Zapê û Metînayê dijwar bû, li Fermandariya Leşkerî ya Çiya û Komando ya Colemêrgê jî trafîka ambulansan gelek zêde bû.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Hat ragihandin nexasim ji duh ve li herêman şer dijwar bûye. Piştî dijwarbûna şer li Fermandariya Leşkerî ya Çiya û Komando ya Colemêrgê jî çûnehata ambulansan gelek zêde bûye. Di dîmenan de jî vê kêliya ku gelek ambulans diçin fermandariyê xuya dibin. Gelek helikopter jî hatine fermandariyê. Piştî ambulans cenazeyên leşkeran û leşkerên birîndar anîn fermandariyê helikopter jî ji wir difirin û diçin.    Li seranserî xeta sînorê Colemêrgê jî liv û tevgera leşkerî berdewam dike. Lig elek gundan operasyonên leşkerî tên kirin û leşkeran dişînin aliyê din ê sînor.