Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin 2023-07-25 15:18:14   ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand zext û operasyonên li dijî xelkê bakurê Kurdistanê tê kirin û got "Xelkê me yê Xîzanê mehek e nikare baxçeyên xwe av bide û derkeve derve. Bombeyan bi ser axa xelkê ve tên barandin."    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Meclisê komcivîna partiya xwe ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.    Îbrahîm Akin bi bîranîna 33 qurbanyên Komkujiya Pirsûsê dest bi axaftina xwe kir û got ew ê xwedî li bîranîn, xeyal û têkoşîna wan derkevin.    Akin bal kişand ser êrişa cerdevanan a li navçeya Wêranşarê ya li dijî welatiyên êzidî û got: “Civaka êzidî seranserî dîrokê bi cihên ji war û cihên xwe bûn û bi qetlîaman re rû bi rû man. Niha jî li Wêranşara Rihayê çeteyên cerdervanan dixwazin êzidiyan ji av û axa wan bikin. Nikarin bikevin gundê xwe. Gorên wan tên xerakirin. Ez li vir gazî Waliyê Rihayê dikim, hûn neçarin xwedî li mafên welatiyên me êzidî derkevin û li dijî cerdevanan wan biparêzin û xwedî li mal û milkên wan derkevin.”    KOMARA DEMOKRATÎK    Akin bal kişand ser salvegera sed saliya Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçeyan û diyar kir ku divê dewleta tirk bi vê yekê re hevrû bibe û komarek demorkatîk bi Lozanek nû pêkan e.    'EV PERE BI KU VE ÇÛN?'    Akin bal kişand ser Yasaya Torbayê ya li Meclisê hat qebûlkirin û wiha axivî: “Meclis li gorî fermanên rejîma qesrê tevger dike û ev yek di warê sazîbûnê de Meclisê bêbandor dihêle. Em ê qet qebûl nekin ku Meclisek bi vî rengî were birêvebirin. Meclisek ku li gorî ferman û biryarên Qesrê bixebite û were birêvebirin, nikare îradeya Tirkiyeyê temsîl bike. Yasaya Torba zem, bihakirin, zilm û desteserkirina pereyên xelkê ye. Budçeya sala 2023’yan di nava 6 mehan de hatiye xerckirin. Gelo ev pere û budçe bi ku ve çû? Hûn nikarin ji vî gelî re ewqas derewan bikin, em ê hemû derewên we yek bi yek teşhîr bikin.   RIZGARIYA JI KRÎZÊ    Erdogan dibîne ku ev bude têra van zemên ku dike nake. Wisa xuya dike ku wê rewşa aboriya li Tirkiyeyê nikare vî barî hilde. Xelasbûn û bidawîkirina vê krîzê gelek zor xuya dike. Niha jî Erdoganû kabîneya wî xwe diavêjin dergeh û deriyên welatên ereb û welatên rojava.”   ‘TUNDÎ LI XELKÊ TÊ KIRIN’    Akin bal kişand ser tundî û zextên li xelkê tê kirin û wiha got: “Li vî welatî bi qasî giraniya şert û mercan tundiya giran jî heye. Polîs û leşker dijqanûnî terorê dikin, tundiyê dikin. Ev tundî li her deverê Tirkiyeyê belav bûye û kirine rewşek rûtîn. Em vê ji dîrokê dizanin. Nikarin civakê û welat bi rê ve bibin niha jî fermana tundiyê û îşkenceyê didin. Mafê herî demorkatîk jî ditepsînin û asteng dikin.   ZILMA LI SER DAYIKÊN ŞEMIYÊ    Yek ji vê tundiya ku tê kirin jî li ser Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê tê kirin. Her hefte tundî li wan tê kirin û wan dixin binçavan. Em dibêjin demildest dest ji vê tundiyê berdin. Hûnê di bin hêrsa gelan de bimînin. Em carek din li vir hişyariyê didin îktidarê. “    QEDEXEYA LI XÎZANÊ    Akin bal kişand ser qedexeya derketin û operasyona leşkerî ya li herêma Xîzana Bedlîsê û got: “Niha li Xîzanê tiştên ecêb diqewimin. Xelk nikare derkeve derve, nikarin sewalên xwe xwedî bikin, nikarin biçin nav zeviyên û di bin zexta dewletê de ne. Agir bi devî û geliyê wan dixin, bombeyan bi ser axa wan de dibarînin. Em vê zîhniyeta ku li wir bombeyana dibarîne şermezar dikin. Em bi gelê xwe re ne.”   TÊKOŞÎNA BO AZADIYÊ    Akin destnîşan kir ku tevî ewqas şert û mercên giran ên li Tirkiyeyê jî têkoşîna ji bo azadiyê, demokrasiyê wezîfeya wan sereke ye û barê li ser milê wan e û got ku partiya wan xwe ji nûve birêxistin dike û radibe û dê ew û gel bi hev re her tiştî biguherînin.