Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an 2023-07-25 16:19:08   AMED - Rojnamevan Evrîm Denîz jî di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Amed e de hat binçavkirin.    Rojnamevan Evrîm Denîz jî di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, hat binçavkirin. Evrîm Denîz ji bo îfade bide Qereqola Polîsan a Taxa Huzurevleriya Amedê, ji aliyê polîsan ve di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin. Hejmara rojnamevanên di çarçoveya vê lêpirsînê de hatine binçavkirin derket 5’an.    ROJNAMEVANÊN DI BIN ÇAVAN DE    Serê sibehê jî nûçegihanê me Firat Can Arslan li Enqereyê, nûçegihanê me Delal Akyuz li Îzmîrê, edîtora T24 Sîbel Yukler jî li Enqereyê, edîtora Bianetê Evrîm Kepenek di serdegirtinên mala xwe de di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku rojnamevanan ji ber ku nûçeya dozgerê bi navê Mehmet Karababan îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna Karababan, Seda Karababan jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kirine, hatin binçavkirin. Rojnamevan ji îdiaya “kesên li dijî têkoşîna bi terorê re cih digirin kiriye hedef” tên sûcdarkirin.