Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin 2023-07-25 23:20:45       COLEMÊRG - Li Rûbarokê 4 ciwanên ku gava pezên xwe birin ser avê, rastî êrişa leşkeran hatin û hatin binçavkirin.    Li gundê Bêruhê yê li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, ciwanên ku pezên xwe birin ser avê, leşkeran êrişî wan kir. Serhat T. yê 16 salî piştî ku pezê xwe bir ser avê, leşkerên Qereqola Yeşîltaşê jê re gorine "Çi karê te li vir heye? Hûn li vir çi dikin?" û êrişî ciwanan kirin.    Xizmên Serkan T., Ercan O. û Selah T. yên li cem Serhat T. ji ber ku gazî leşkeran kirine ku li ciwanan nexin û ji ber ku tiştên qewimîn tomar kirine, leşkeran li her 4 ciwanan xistin û ew binçav kirin. Leşkaran di binçavan de dest danîn ser telefonên ciwanan. Leşker ji ber ku di telefonekê de wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dîtin, heqaret li Demîrtaş û ciwanan kirin.    Hat diyarkirin leşkeran ciwanan birine Qereqola Cendirmeyan a Rûbarokê.