AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da 2023-07-26 10:07:59   STENBOL - AYM’ê têkildarî zêdetirî 300 serlêdanên derbarê biryarên HAGB’ê de hatine kirin de biryar da ku “mafê azadiya ramanê û mafê civîn û xwepêşandanan” ên serlêderan hatiye binpêkirin.    Midurê ji Karên Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê yê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin Berpirsyar Înan Kizilkaya, Midurê ji Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Berpirsyar Osman Akin û yek ji parêzerên Rojnameya Cûmhûriyetê Înan Kizilkaya di nav de zêdetirî 300 kesan li dijî biryara “Taloqkirina Hukmî (HAGB)” di navbera salên 2014-2021’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM’ê derbarê serlêdanên di dîrokên cuda de hatine kirin biryar da.    BIRYARA ‘BINPÊKIRINÊ’    AYM’ê biryar da ku “mafê azadiya ramanê û mafê civîn û xwepêşandanan” ên serlêderan hatiye binpêkirin û ji bo ev binpêkirin ji holê rabe biryar da  ku serlêder ji nû ve bên darizandin. AYM’ê daxwaza têkildarî tazmînatê jî qebûl nekir.      ‘DIVÊ PERGAL JI NÛ VE LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN’    Di biryarê de hate destnîşankirin ku HAGB’ê nekarî pêşî li binpêkirina mafên destûra bingehîn ên serlêderan bigire. Di biryarê de îşaret bi hincetên têklildarî biryarên HAGB’ê yên dadgehên dereceyê hate kirin û hate diyarkirin ku hincetên hatine pêşkeşkirin “dûrî qanehkirinê ne û biryarên kêfî hatine dayîn.” AYM’ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li binpêkirinan bê girtin, divê pergala heyî ji nû ve li ber çavan bê girtin û wiha hate gotin: “Divê were destnîşankirin ku rêziknameya ku ji aliyê hikumetê ve were çêkirin di warê pêşîgirtina li binpêkirinên nû de xwedî girîngiyeke mezin e.”   AYM’ê di biryara xwe de destnîşan kir ku mudaxileyên ji ber pêkanîna HAGB’ê derdikevin holê “pîvana hiqûqî pêk naînin.”   MA / Rûkiye Adiguzel