Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin 2023-07-26 11:35:21   ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin.    Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Dîlan Kunt û Alî Bozan bi armanca piştevaniyê serdana buroya Ajansa Mezopotamya (MA) a Enqereyê ku duh nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hatibû girtin û JINNEWS’ê kirin. Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê pêşwazî li şandeya parlamenteran kirin.    Şandeyê di serdanê de diyar kir ku bi taybetî îktidar zextan li nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê û rojnamevanên ku ne alîgirên îktidarê ne dike û zext, binçavkirin û girtin êdî bi awayek sîstematîk didome. Şandeyê got li dijî her cure zextan jî rojnamevan nûçeyan çêdikin û civakê agahdar dikin.    Aykol û nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê jî spasiya şandeyê kirin û ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman.