Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan 2023-07-26 12:44:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Evrîm Kepenek piştî îfadeyên dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Edîtora Bianetê Evrîm Kepenek duh di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, li mala xwe ya li Stenbolê hatibû binçavkirin. Kepenek îro birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û îfade da dozger. Piştî îfadeyan Kepenek bi şertê kontrola edlî hat berdan.    ÇI BÛBÛ?    Duh serê sibehê nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Firat Can Arslan li Enqereyê, nûçegihanê MA’yê Delal Akyuz li Îzmîrê û edîtora T24 Sîbel Yukler jî li Enqereyê, edîtora Bianetê Evrîm Kenepek li Stenbolê, rojnamevan Evrîm Denîz li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî parvekirin û retwetkirina twîtê dabû destpêkirin de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku rojnamevanan ji ber ku nûçeya dozgerê bi navê Mehmet Karababan îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna Karababan, Seda Karababan jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kirine, hatin binçavkirin.   Rojnamevan Firat Can Arslan li Dadgeha Enqereyê hat girtin. Rojnamevan Delal Akyuz, Evrîm Denîz û Sîbel Yukler jî piştî îfade dabûn hatibûn berdan.