DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin 2023-07-26 13:06:04 AMED - DFG’ê ku 2’yemîn kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir wiha got: “Em ê li ser şopa Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz berdewam bikin û dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin.” Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), 2’emîn kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe ya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Kongre, ji bo şehîdên çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de pêşiyê dîwan hat diyarkirin û dû re jî rêveberiya nû hat hilbijartin. Li dîwarên eywana ku kongre lê hat lidarxistin bi wêneyên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan û dowîzên li ser “em rojnameger in”, “rojnamegerî ne sûc e” hatin daliqandin. Rêveberên berê, endamên saziyê û gelek rojnameger tev li kongreyê bûn.    ‘3 OPERASYONÊN MEZIN HATIN KIRIN’   Di destpêka kongreyê de rojnameger Kadrî Esen axivî û bi bîr xist ku sê operasyonên mezin li çapemeniya azad hatin kirin û hevserokên DFG’ê jî di nav de gelek kes hatin girtin. Esen, diyar kir ku hêj jî, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek hevalên wan girtîne û wiha got: “Em weke rojnamegerên ku li Kurdistanê xebatan dikin, rêxistinbûyîna xwe ya rojnamegeriyê didomînin.”   ‘ÇAPEMENIYA AZAD XWEDÎ KEVNEŞOPIYEKÊ YE’   Dû re Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ku nû ji Girtîgeha Amedê derket, dest bi axaftinê kir û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke gelek giran de derbas dibin. Altan, da zanîn ku çapemeniya azad xwedî kevneşopiyekê û gelek mînakên balkêş in. Altan, bi lêv kir ku ew jî hewl didin ku vê kevneşopiyê berdewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê rêkê de gelek berdelên giran hatin dayîn. Hevalên niha dixebitin hemû jî şopdarên şehîdên çapemeniyê û vê kevneşopiya wê ne. Em jî hewl didin vê yekê bikin û qada ku desthilat dixwaze vala bike tije bikin.”   BAL KIŞAND ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD   Altan, bal kişand ser rojnamegerên ku duh ji ber “tiwîtekê” hatine binçavkirin û got ku zextên li ser çapemeniya azad berdewam dike. Altan, diyar kir ku ev zext ji bo çewisandin û astengkirina çapemeniyê ye. Altan, da zanîn ku çapemeniya tirk di bin kontrola desthilatê de ye û tenê çapemeniya azad rastiyê radigihîne. Altan, bi domdarî wiha got: “Tiştê ku herî zêde zora wan diçe serînetewandina çapemeniya azad e. Em bi hêz in û her çiqas jî hevalên me, ji me kêm bibin, em ji tunebûnê xwe dîsa diafirînin.”   PEYAMA HEVSEROKA DFG’Ê MUFTUOGLÛ HAT XWENDIN   Dû re rojnamevan Berîvan Altan peyama hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, xwend. Peyama Muftuoglû wiha ye: “DFG ku niha berdewamiya kevneşopiya çapemeniya azad e, îro ji bo kongreyê kom bûye. DFG ku ji bo rojnamegerên her car di şopa heqîqetê de ne bûye zemînek, wê hemû gavan ji bo rojnamegeran bibe qadek azad. Bi zext û girtinan tu carî nikarin me bitirsînin. Em weke şopdarên Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz dê her gavan nivîsandina heqîqetê berdewam bikin. Di bin banê DFG’ê de em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ez hemû hevalên xwe silav dikim û hevalên nû tên hilbijartin jî pîroz dikim. Rêya we vekirî be.”   RÊVEBERIYA NÛ   Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û ji bo rêveberiya esil Serdar Altan, Dîcle Muftuoglû, Gulşen Koçûk, Bêrîvan Altan, Kadrî Esen, Serhildan Andan û Selman Çîçek ji bo rêveberiya DFG'ê hatin bijartin.