Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû 2023-07-26 13:15:39   STENBOL - Songul Bagatir a 30 sal in girtî bû û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê dihate ragirtin, hate berdan.      Songul Bagatir a 30 sal in girtî bû û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê dihate ragirtin, hate berdan.  Bagatir a diviyabû di 27’ê mijdara 2022’yan de bê berdan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê (ÎGK) ve bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wê 6 mehan hatibû taloqkirin. Malbat û xizmên Bagatir ên ji Êlihê hatin, Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez û endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Fatma Ablay, Bagatir bi kûlîlkan pêşwazî kir.    Bagatir a li pêş girtîgehê axivî, diyar kir ku ew gelekî bi kelecane û anî ziman ku ya girîng têkoşîn û berxwedan e.    Bagatir, pişt re bi malbata xwe re ber bi mala birayê xwe ya li navçeya Beylîkduzu ya li Stenbolê ve bi rê ketin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?     Bagatir a di sala 1993’yan de li Êlihê hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve hate girtin. Bi îdiayên “xerakirin û yekparebûna dewletê” û “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê yê muebbetê li Bagatir hate birîn. Bagatir, bi rêzê di girtîgehên Amed, Riha, Sêrt, Şakran, Alanya, Şirnex, Wan, Erzirom, Xarpêt, Mêrsîn û Tarsûsê de hate ragirtin.