Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin 2023-07-26 14:21:52   ENQERE - Polîsan Malbata Şenyaşar a xwest ber bi Wezareta Dadê ve bimeşe asteng kir. Dayik Emîne Şenyaşar li ber Meclisê dest bi rûniştinê kir.     Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di adara 2021’an de dan destpêkirin û niha dixwazin ku nobedê li Enqereyê bidomînin li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbata Şenyaşar piştî civînê ji bo bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin ber bi avahiya wezaretê ve dest bi meşê kir.    Malbata Şenyaşar li ber deriyê Dîkmen ê Meclisê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Malbat li vir hate dorpêçkirin. Malbatê li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bendemayîn didome. Rojnamevanên xwestin meşê bişopînin ji qadê hatin dûrxistin.