Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin 2023-07-26 15:01:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Bilind a CHP’ê ragihand ku Tanjû Ozcan ji partiyê îxrac kiriye.    Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Bilind a CHP’ê ragihand ku Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ji partiyê îxrac kiriye. CHP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di civîna Lijneya Dîsîplînê ya Bilind a bi dîroka 26’ê tîrmeha 2023’yan de derbarê Tanjû Ozcan de li gorî fiqreyên 1-a) û 1-b) yên xalên 68’emîn cezayê derxistina teqez hatiye dayîn.”