Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê 2023-07-26 15:24:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan têkildarî tecrîda li Îmraliyê li ber Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek çapemeniyê ya lezgîn li dar xist. Di daxuyaniyê de ji bo bidawîkirina tecrîdê bang hate kirin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê.   "Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan" ku navenda wê li Îngilistanê ye, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê civîneke çapemeniyê ya lezgîn lidar xist.   Li gorî nûçeya ANF'ê; Rêveberên kampanyayê ku gelek sendîkayên bi milyonan endamên wan hene di nav de cih digirin, hate bibîrxistin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di hucreyê de tê ragirtin, du nava du salên dawî de bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Amadekarên kampanyayê yên li qada navneteweyî kar dikin, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) li ser mijarê agahiyê nade, ji bo dawî li vê rewşa metirsîdar bê anîn, wan civîneke lezgîn a çapemeniyê lidar xistine.   Di civîna çapemeniyê de li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hiqûqa navneteweyî agahî hatin dayin.   Li qada Luksembûrg a li pêşberî parlamentê li ber pankartên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî hate dayin.   Her wiha nûnerên kampanyayên ji bo azadiya Ocalan ên li bakur û rojava û başûrê Kurdistanê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bang li Yekitiya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.   Nûnera Nobeda Daîmî ya ji bo Abdullah Ocalan nivîskar Sarah Glyyn di dema daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku îzolasyon li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Glyyn got, heta ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî nebe pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û demokratîk çareser nabe.   Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya Unîte the Ûnîon (ÛNÎTE) ya Îngilistanê Sîmon Dûbîns jî ragihand ku tecrîdkirina girtiyên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û işaret bi rola girîng a Ocalan ji bo çareseriya meseleya kurd kir.   Ji CÛP People's Ûnîon a Îtalyayê Antonîo Amoroso jî bal kişand ser girîngiya vê konferansê û destnîşan kir ku ji bo çareseriya aştiyane azadiya Abdullah Ocalan girîng e.   Ji Navenda Lêkolînan a ji bo Demokrasiyê (CRED) Mîhaela Arrîcale bêdengiya CPT rexne kir.   Şaredarê 8'emîn ê Romayê Amadeo Cîaccherî bang li Îtalya û Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo sererastkirina şert û mercên girtina Abdullah Ocalan zextê bikin.   Ji saziya Îtalyayê ARCÎ nûnera Brukselê Laûra de Bonfîls jî xwest binpêkirina mafên mirovan a li hemberî Abdullah Ocalan bi dawî bibe.   Ji Baskê nûnerê LAB'ê Vîcente Jose Rekondo got, Abdullah Ocalan garantorê çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya kurd e.   Serokê Skoçyayê yê Sendîkaya Trade Ûnîon Congress (STÛK) Mîke Arnott piştgiriya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan û gelê kurd anî ziman û ji CPT xwest agahiyê li ser rewşa Abdullah Ocalan bide.   Ji Skoçyayê endama Meclîsa Glasgowê Rosa Salîh got, tecrîd meseleyeke mafên mirovan e û ji Parlamenta Ewropayê xwest ku zextê li hikumeta Tirk bike.   Herî dawî ji Koma Kesk a Bakur û Çep a Yekbûyî ya Ewropayê Jûrgen Klûtte ragihand ku ew ji ber bêdengiya saziyên Ewropayê li hev kom bûne û xwest Abdullah Ocalan azad bibe.   Amadekaran her wiha metna çapemeniyê xwendin û fikarên xwe yên ji ber nameyên gefxwarinê û terîda li ser Abdullah Ocalan anîn ziman.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan bandoreke neyînî li ser hewldanên çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dike û hate gotin, "Ji ber vê yekê bandorê li aramî, ewlehî û mafên mirovan ên li herêmê jî dike. Lewma em dixwazin pêşniyarên polîtîk ên li jêrê hatine kirin tavilê bêne qebûlkirin."   PÊŞNIYAR Û BANG   Di daxuyaniyê de gelek pêşniyar hatin kirin. Li gorî vê yekê:   "Ji hikumeta Tirkiyeyê re:   Pêşniyarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê bêyî dereng bikeve bi cih bîne. Li gel van xalan:   * Mafê rêxistinbûnê yê mehkûman * Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re yê mehkûman * Rêyên xurt ên qanûnî ji bo îtiraza li şert û mercên girtîgehê û hwd. * Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê rakirin   Ji Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê re:   * Helwesta hikumeta Tirkiyeyê ya bicihneanîna pêşniyarên CPT nîqaş bikin * Gavên li hemberî hikumeta Tirkiyeyê bi rengekî bingehîn destnîşan bike   Ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT):   * Têkildarî serdana dawî ya komîteyê ya li Îmraliyê a) Bi daxuyaniyeke taybet eşkere bike ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hatiye kirin yan na b) Agahiyên berfireh ên hevdîtinê jî di nav de agahiyên şênber bidin   Aktorên siyasî yên navneteweyî û herêmî yên pêwendîdar:   * Ji bo Abdullah Ocalan karibe di danûstandinên çareseriyeke siyasî, demokratîk, adîl û mayinde ya pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe, ji bo berdana Ocalan bixebitin."   Yên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:   Central Unitaria de Trabajadores (CUT), Cosatu, Cenfederacion Intersindical Galega (CIG), LAB, Steilas, Confederazione Unitaria di Base, CGT, Cobas, Confederacion Intersendical, Intersindical Alternativa de Catalunya (IAC), General Federation of Trade Unions (GFTU), Intersindical Valenciana, STUC, Euskal Sindikatua (ELA), CRED, CSI, SAT, Arci, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (PEPS), TUC, France-Kurdistan.