Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin 2023-07-26 15:46:23   COLEMÊRG - Ji şivanê ku piştî operasyona leşkerî ya li Çiyayê Sipêrêz hatiye destpêkirin hate binçavkirin û bi darê zorê birin herêma operasyonê agahî nayên girtin.    Operasyona leşkerî ya ku di 25’ê tîrmehê de li Çiyayê Sipêrêz ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dest pê kiribû berdewam dike. Ji şivanê bi navê Mûrat ku duh bi darê zorê birin herêma operasyonê tu agahî nayên girtin.    Di çarçoveya operasyonê de li qadên ku gundên Tiloran’a Jêr, Tiloran’a Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima, Çiyayên Tajdîn, Sipêrêz, Xidrok, Omerê û zozanên Topizava, Gîlêşîna, Xidrok û Sêrazê bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û helîkopter hatin teqwiyekirin.    LIV Û TEVGERA ÎHA Û SÎHA’YAN   Hate diyarkirin ku ev du roj in di saetên şevê de ji qadên Çiyayê Sipêrêz û Xidirok lê ne dengê çekan tê û hate zanîn ku duh li herêma operasyonê liv û tevgera ÎHA û SÎHA’yan hebûye.    Di operasyona ku berdewam dike de tu agahî ji şivanê bi navê Mûrat ku tê gotin duh serê sibê hatiye binçavkirin û birine herêma operasyonê tune ye. Malbata şivan ji jiyana zarokê xwe bi fikar in û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    Li aliyê din şivanê bi navê Şiyar Demîr duh li qada çoltarê asê mabû û leşkeran nehiştibûn ku gundî biçin ba wî. Hate zanîn ku Demîr ji herêma ku lê asê maye derketiye.