Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye? 2023-07-27 11:19:28   MÊRDÎN - Avahiya Ata Opak ê li navçeya Rişmîlê, tevî ku biryara dadgehê di destê wî de bû hatiye xerakirin, Şaredar Hayrettîn Demîr bi gotina "Li gorî hêza dewletê ya daye pişt xwe tevdigere, her tiştî dike" sûcdar kir. Şaredar Hayrettîn Demîr jî Opak derewand û ji bo xerakirina avahiyê hinceta "Veguherîna Bajêr" nîşan da.     Destaya Wezîran ji bo taxên Gul û Tepebaşi yên li navçeya Rişmîla Mêrdînê di sala 2016'an de biryara "qada bitalûke" derxist. Piştî biryarê li herêmê "Veguherîna bajêr" hate destpêkirin. Piştî demekê projeya ji bo herêmê hatiye amadekirin ji ber sedema "ne gorî tevna bajêr e" hate betalkirin. Lê belê xebatên di çarçoveya "Veguherîna bajêr" de hatibûn destpêkirin nesekinîn.    Tevî malbata Opak komeke şêniyên taxê ji bo biryara "qada bitaluke" îtiraz kirin. Dadgeha Şûrayê biryara Desteya Wezîran ji ber sedema "li dijî qanûnê ye" biryar betal kir. Piştî biryarê Şaredariya Rişmilê ya di bin rêvebirina AKP'ê de ye 2 tax weke "qada rezervê" îlan kirin. Şêniyên taxê îtîrazî vê biryarê jî kirin û berê xwe dan dadgehê. Piştî vê yekê Serokkomariyê, di sala 2022'yan de derbarê her du taxan de biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" da.    DOZ JÎ QEZENC KIR LÊ XANÎ ÇÛ   Malbata Opak ji biryara Serokkomariyê re îtiraz kir û biryar bire dadgehê. Dadgeha Şûrayê malbat mafdar dît û biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" li dijî kanûnê dît û betal kir. Lê biryara dadgehê jî pêşî li xerakirina avahiya Opak negirt.    Şaredariya AKP'î piştî biryara dadgehê ji bo xaniyê malbata Opak tê de dijî bi hinceta "bêrûxsat e" biryara xerakirinê derxist. Ji ber giliya şaredariyê Şîrketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyrana avahiyê birî. Di 25'ê tîrmehê de jî şaredariyê tevî polîsên hatine, dîwarên avahiya Opak xerakirin. Di van kêliyan de destûr nedan malbatê ku tiştên xwe ji xanî derbixin. Piştî daxwaza malbatê xerakirina malê ji bo ku malbat tiştên xwe derxe derve, hate sekirinandin. Roja paştir tîmên şaredariyê tevî polîsan hatin û tiştên malê ji malê derxistin. Malbatê li ser vê yekê ji bo ku xerakirin bê sekinandin serlêdaneke nû li Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê kir.   MALBAT MEXDUR BÛ   Têkildarî tiştên hatine jiyîn ji ferdên malbatê Ata Opak pêvajoya dadgehê vegot û anî ziman ku piştî biryara Dadgeha Şûrayê avahiya wî hate xerakirin. Opak, destnîşan kir ku tapoya zeviya wî heye, avahî wek "xaniyê kargir" derbas dibe û di pêvajoya çêkirinê de jî ji şaredariyê belge stendiye û ev tişt gotin: "Dema ku ez li Mêrdînê bûm hatine. Dema ku zar û zêçên min, hemû tiştên min di malê de bûne li avahiyê min xistin. Tiştên min ên di hundir de herimî ne. Pişt re bi tîmên şaredariyê hatine û hin tiştên di xaniyê min de derxistine û hin tişt jî di hundir de hiştine. Niha em nizanin bê ka em ê çi bikin."   HÊZA DEWLETÊ GIRTIYE PIŞT XWE   Opak, destnîşan kir ku beriya niha Şaredar jê re gotiye "bila xuyakirina mizgeftê nexweş nebe" û wî jî li ser gotina şaredar xwe bi deyn xistiye û dîwarê xaniyê xwe bi keviran xemilandiye û diyar kir ku piştî ku wî avahî temam kiriye biryara "Veguherîna bajêr" jê re hatiye teblîxkirin. Opak, bi lêv kir ku wî jî piştî vê yekê pêvajoya serlêdana dadgehê daye destpêkirin û ev tişt gotin: "Veguherîna bajêr hate betalkirin, Serokkomariyê biryara giştîkirina lezgîn derxist. Dadgehê ev biryar jî betal kir. Niha jî dibêjin avahî "qaçax e". Ger qaçax be ji sedî 80 avahiyên li taxa Rişmîlê qaçax in. Ka bila wan avahiyan xera bikin da em bibînin. Bi qasî ku ez pê dizanim kî biçe serlêdanê bike ji wan re dibêjin tu here dest bi avahiyê xwe bike êm ê piştre rûxsetê bidin. Hêza dewletê girtiye pişt xwe û çi dixwaze wê dike."   ŞAREDAR OPAK SÛCDAR DIKE   Têkildarî geşedanan me bi Şaredar Hayrettîn Dêmîr re axivîn û Demîr tiştên ku malbatê anîne ziman derewand û ev tişt gotin: "Ev zilam serê xwe xwariye û derewan dike. Teklîf û pêşniyarên min ji wî re kirine, min ji kesekî din re nekiriye" Opak projeya "Veguherîna Bajêr" parast û anî ziman ku dema Opak avahî çêdikir wî jê re gotiye ku avahî "qaçax" e ji Opak xwestiye ku çêkirina avahî bide sekinandin. Demîr, bi lêv kir ku tevî vê yekê Opak çêkirina avahiya xwe nesekinand û diyar kir ku xerakirina xaniyê Opak di çarçoveya projeya "Veguherîna Bajêr" de jê hatiye xwestin. Demîr anî ziman ku di heman navçeyê de avahiyên cudatir jî hene, wan bi xwediyê xaniyên din re li hev kirine û da zanîn ku xwediyên xaniyên din ji vê yekê bextewar bûne û got ku wan ji tu kesê re cihêkarî nekirine.    MA / Ahmet Kanbal